Human Rights Watch (HRW) bi daxûyaniyekê bang li platformên medyaya dîjîtal kir ku li hember zextên desthilatê bisekinin û planên awarte ji bo dan û standina bi her kiryarekê ku dibe desthilata AKP’ê pêk bîne û bi encamên hilbijartinên bilîze, deynin.
HRW’ê bang li desthilatdarên rejîma tirk jî kir ku parastina nêrînê û mafan bike. HRW’yê îşaret pê kir ku rejîma Tirkiyeyê serweriyê li ser platformên dijîtal dike û dibe ku ji bo Recep Tayyîp Erdogan were bikaranîn.
HRW’ê anî ziman ku desthilatdarên tirk di vê dema dawî de çavdêriya tund li ser medyaya dijîtal û malperên nûçeyên serbixwe ferz kir, nexasim Twitter û hin platformên biyanî.