Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 15 Haziran 2025

HSD: 32 çete li Baxozê hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî bi raya giştî re parve kir. HSD’ê destnîşan kir ku di encama şer û pevçûnên giran de herî kêm 32 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî bîlançoya şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî yên li gundê Baxoz ê Hecîn a Dêrazorê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava 24 saetên dawî de 4 jê serçete bi giştî 32 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Di daxuyaniya HSD’ê de hat diyarkirin ku şervanên wan êrîşî kom û baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên li Baxozê kirine û ev agahî hatin parvekirin: “Di navbera şervan û çeteyan de şer derket. Di encama şer û pevçûnan de 4 jê serçete bi giştî 32 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me, şervanekî me yê ku beriya 2 rojan winda bûbû, dît. Şervanê me bi sivikî birîndar bû. Ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Di encama çalakiyên sûîqestê yên hêzên me de 2 çete hatine kuştin. Hêzên koalîsyonê jî li dijî baregehên çeteyên DAIŞ’ê 12 êrîş pêk anîn.”

Çekên hatin desteserkirin

HSD’ê da zanîn ku di encama şer û pevçûnan de hêzên wan dest danîne ser 45 kalaşnîkof, 2 BKC, 13 RBC, 3 çekên burno, çekeke Zagrosê, 2 çekên ozî, çekeke sûîqestê, guleyên çeka doçka yên 14,5 mm (8 sendoq), 4 çekên B7 û çekên nêçîrvaniyê. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku wesayîteke leşkerî ya çeteyan hatiye teqandin. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar