Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HSD: Dewleta tirk 2 jê zarok 12 sivîl şehîd xist

Navenda Ragihandinê ya HSD`ê aşkere kir ku dewleta tirk a dagirker 42 navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin. QSDˈê ragihand ku di encamê de 12 sivîl şehîd bûne û 25 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê komkujiya dewleta tirk a li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ev agahî parve kir: “Dewleta tirk a dagirker di çend saetên dawîn de binesaziya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, jîngeh û navendên hêzên ewlehiyê kirin hedef. Di encama êrişên domdar de 2 jê zarok, bi giştî 12 sivîl şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn. Qadên sivîlan, firin, stasyonên ceyranê, petrolê û bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi balafirên şer, ên bêmirov ên biçek û bi obîsan hatin hedefkirin. Bi giştî 42 cih ku piraniya wan saziyên xizmetguzariyê û yên sereke ne, hatin hedefkirin. Ev êrişên hovane yê domdar, dijminatiya Tirkiyeyê ya ji gelê me re nîşan didin. Her wiha careke din xetereya zîhniyeta sûcdar a dewleta tirk a li ser gelên herêmê û aştiyê aşkera dikin. Tirkiye bi van êrişan hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn li ser hesabê gelê me derxe derve, tevliheviyê belav bike û aloziyên dîtir li herêmê çêke. Em ê careke din li hember van êrişan bisekinin, gel û herêmên xwe ji wan biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar