Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

HSD: Dewleta tirk bi çekên giran qadên sivîlan hedef girtin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di sê rojên dawî de bi çekên giran gund û qadên sivîlan hedef girtin. HSD’ê da zanîn ku Hêzên Erka Xweparastinê jî hewldaneke êrîşê ya çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê vala derxist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî ragihand.

HSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Til Temir û Eyn Îsayê bi çekên giran û obusan qadên ku sivîl lê ne bi dijwarî topbaran kirin. HSD’ê da zanîn ku komên çeteyan li gundên Raşidiyê, Bab û derdorê yên Til Temirê hedef girtin û bi awayeke dijwar topbaran kirin.

Di berdewamê de jî HSD’ê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker bi çekên giran, hawan û obusan gundên Um Hiwêş, Kor Hesen, Xirbit Beqar, El Dibis, El Xaldiyê û xwaringeha Seqir a nêzî gundê Xaldiyê yên Eyn Îsayê jî bi dijwarî topbaran kir. HSD’ê da zanîn ku komên çete jî hewl dan di bejahî de êrîşî baregehên hêzên artêşa Sûriyeyê bikin û di encama êrîşê de ziyanên madî gihîşt niştecihên herêmê.

Hewldana çeteyan vala hat derxistin

Daxuyaniya HSD’ê wiha bi dawî bû: “Hêzên Erka Xweparastinê hewldaneke êrîşa roketan a şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê vala derxistin. Êrîşa çeteyên ku amadekarî dikirin ku bi hejmareke zêde ya roket û mayinan êrîşeke mezin bibin ser baregeh û çeperên Erka Xweparastinê û hêzên sînor ên li Dêrezorê, bi saya operasyoneke taybet a Hêzên Erka Xweparastinê hate astengkirin. Di encama operasyonê de hejmareke zêde ya roket û cureyên din ên teqemeniyê hatin desteserkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar