Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

HSD: Dewleta Tirk sivîlan hedef digire sûcê şer dike

HSD'ê daxuyand “ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî sivîlên li bendava Tişrînê dike û wiha got: “Berpirsiyariya xisarên ku ji ber êrîşan li bendavê çêdibin dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan e.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da û got, “Du roj e balafirên şer û bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê ya başûrê Minbicê ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê û komên wê yên çete li bendavê ne hedef digirin. Heta vê kêliyê 6 sivîl şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne.

Em vê êrîşa hovane şermezar dikin. Berpirsiyariya xisarên ku ji ber êrîşan li bendavê çêdibin dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan e. Her wiha ew berpirsiyarê tevahî sûcên şer ên li dijî welatiyên li herêma bendavê û herêmên din in jî.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku li hember sûcên Tirkiyeyê yên ku ev demeke li dijî gelê me pêk tîne û herî dawiyê li bendava Tişrînê komkujî pêk anîn, ji bêdengiyê derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar