Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot...

Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Salı - 25 Şubat 2025

HSD: Di êrîşan de 4 şervanên me şehîd bûn

HSD’ê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên şevê din pêk hatin daxuyanî da û diyar kir ku di encama êrîşên Tirkiyeyê de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan |

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşan daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

“Êrişên fireh ên çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li ser girtîgeha Hesekê, bi plan û destekdayîna dewleta tirk bû. Lê ew êriş ji hêla hêzên me ve û bi hişyarbûna gelê herêmê hatin têkbirin. Lê hêz û gelê me di salvegera rizgarkirina Kobanê de ew êriş têk birin û derbeyeke duyemîn li dewleta tirk û hevkarên wê da.

Ji bo pêkanîna qezencan ji wan êrişan û da ku alozî li herêmên me pêk werin, dewleta tirk û hevkarên wê hemwextî êrişên li ser girtîgeha Hesekê, êrişî til Temir, Eyn Îsa û herêmên din kirin. Lê hêzên me ew êrişên dagirkeriyê jî têk birin.

Dewleta tirk tu armanc ji êrişên li ser Hesekê, Til Temir û Eyn Îsayê pêk neanîn, lê piştre Koalîsyona Navneteweyî asîman li pêş wê vekir. Sate di 22:00’ê 1’ê sibatê de balafirên şer ên dewleta tirk stasyona kehrebê ya li Gir Kendal ê nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrika Hemko bombebaran kir. Di encamê de stasyonê hate rûxandin û 4 şervanên me ku parastina stasyonê dikirin şehîd bûn û 5 karkerên sivîl birîndar bûn.

Di vê êrişa hewayî ya dagirkeriyê de heval Siyamend Efrîn, Xemgîn Efrîn, Şiyar Kobanê û Mihyedîn Dêrik şehîd bûn.

Dewleta tirk dîmena oxirkirina cenazyên şehîdên me ku bi lehengî li dijî çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li Hesekê tehemûl nekir û her wiha hevgirtina girseya gel li dora şehîdan û doza xwe jî tehemûl nekir.

Eşkere ye ku êrişên dewleta tirk bêyî agahiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk nehatine, di encamê de welatî, gund, avahî û karker tên hedefgirtin. Bi wê yekê re dewleta tirk hewl dide ji bêdengiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişên xwe rewa bike.

Em HSD’ê li hember van êrişan bê deng namînin û dê dewleta tirk a dagirker li ser vê bêserûberiya êrişan muhasebe bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar