Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

HSD: Di qezaya helîkopterê ya li Başûr de 9 şervanên me şehîd bûn

HSD’ê ragihand ku di 15’ê adarê de dema ku şervanên wan ên endamên Yekîneyên Antîterorê diçûn başûrê Kurdistanê, helîkopterên wan ji ber rewşa hewayî ya nebaş ketine û di nav de fermandar Şervan Kobanê, 9 şervanên wan şehîd bûne.

Di 15’ê adarê de, di saetên şevê de li sînorê navçeya Çemankê ya ser bi bajarokê Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê, helîkopterek leşkerî ket xwarê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dema şervanên wan ên endamên Yekîneyên Antîterorê ji bo perwerdeyê diçûn bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê, helîkopterên ku hêzên wan vediguhestin, ketine û 9 şervanên wan şehîd bûne.

‘Şervanên me di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de berê xwe dan Başûr’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, yekîneyek ji yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên girêdayî hêzên me bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan, her wiha bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan başûrê Kurdistanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar