Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

HSD: Di şerê 14’ê Cotmehê de 103 dagirker hatin kuştin

HSD’ê diyar kir ku di şerê duh de yê li eniyên berxwedanê yên Rojava bi giştî 103 çeteyên dagirker ên artêşa tirk hatin kuştin. Di şer de 23 şervanên HSD’ê jî şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bi daxuyaniyekê encamên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên 14’ê Cotmehê aşkera kir. Di daxuyaniyê de der barê Berxwedana Cenga Rojava ya li eniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Dirbêsiyê, Dêrikê agahî hatin parvekirin.

Daxuyanî wiha ye:

Eniya Serêkaniyê

“Li xeta Alya, êniya Rojava û êniya Rojhilat de şer bi dijwarî berdewam kir. Artêşa dagirker bi êrîşên hewayî, top û tangan xwest pêş bikeve. Di encama şerê dijwar de tangek, 2 panzêr û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin; 59 çete hatin kuştin.

Di encama berxwedanê de 11 şervanên me şehîd bûn û 24 ji birîndar bûn.

Eniya Girê Spî

Ji danê sibehê ve dema balefirên keşfê li ser tevahî herêmê tevger dikir, ji aliyê balefirên şer ve jî dihat bombebaran kirin. Li hember çeteyan li hermazî Tirwazî û rêya giştî şerek giran qewimî. Di encama şerê de panzerek, tangek û wesayîtek zirxî hat rûxandin û 38 çete hatin kuştin.

Di şerê giran de 7 şervanên me şehîd bûn û 15 hevalên me jî brîndar bun.

Di xeta Slûkê de di lêdana balefirên şer de 4 şervanê me şehîd bûn.

Di rêya navbera Eyn Îsa û Çelebî de çeteyên ku xwastin bikevin hundir beramberî bersivdayina şervanên me de 4 çete hatin kuştin û şervanek me şehid bu.

Eniya Dirbêsiyê

Artêşa dagirker bi top û çekên giran bajar dan ber topan. Di encama bersivdayîna şervanên me de 2 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Eniya Dêrikê

Gundê Xirba Belka a ser bi Girkêlegê ji aliyê dewleta dagirker ve hat topbaran kirin. Herwiha li kêleka wê balefirên şer û yên keşfe li seranser bajarên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tevger kirin.

Bi giştî di tevahiya şerê roja 14’ê Cotmehê de 103 çeteyên artêşa dagirker a tirk hatine kuştin, bi dehan birîndar bûn. 2 Tang, 2 panzêr, 2 wesayîtên doçkabarkirî û wesayîtek zirxî jî hatiye rûxandin.

Di nav vê berxwedanê de 23 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, 39 jî brîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar