Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HSD: Di şerê roja 28’emîn de 27 çete hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di roja 28’emîn a Berxwedana Rûmetê de derbên giran li dagirkeran dan. HSD’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 27 çete û leşkerên tirk hatin kuştin û 14 şervanên wan jî şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên di 24 saetên dawî daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên bi çekên giran û êrîşên hewayî yên li ser gundewarên Til Temirê domandin. Artêşa tirk a dagirker bi dehan caran gundên Menacîr, Ehras û Erîşayê bi balafirên bêmirov hedef girt û êrîşên bejahî pêk anîn. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi awayeke tund bersiva êrîşan dan û li gundên Ehras û Menacîr komên çete kirin hedef. Di encamê de herî kêm 12 çete hatin kuştin.

ZIRGAN

* Hêzên me di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund dan dagirkerên ku êrîşî gundên Xeşîm Zirgan, Ing El Hewa û Til Hemîdê kirin. Di encama şer de herî kêm 9 çete hatin kuştin. Dîsa li vê herêmê tangeke dagirkeran hate rûxandin û BMP’yek hate derbkirin.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker bi obus û tangan gundên Qenterî û Şêrdiradê topbaran kir. Hêzên me bersiva van êrîşan dan. Komên çete piştî nîvro êrîşî herêma El Nasiriyê kir. Li vê herêmê di navbera hêzên me û komên çete de şerên giran qewimîn. Di encama van şeran de 6 çete hatin kuştin.

* Di şerê roja 28’emîn de bi giştî herî kêm 27 çete hatin kuştin, tangek û seyareyeke leşkerî hatin rûxandin û BMP’yek jî hate derbkirin.

* Di vê berxwedanê de 14 hevalên me jî şehîd bûn û 13 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar