Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

HSD: Divê DYA zextê li dewleta tirk bike ku korîdora mirovî bê vekirin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk li gorî agirbestê tevnagere û êrîşên xwe didomîne. HSD’ê da zanîn ku ji rewşa agirbestê Pence û Pompeo berpirsyarin û bang kir ku fişarê li dewleta tirk bikin da ku destûrê bide ji bo Serêkaniyê korîdora mirovî bê vekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî agirbestê û binpêkirina wê ya ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê ve daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

HSD’ê diyar kir ku hêzên wan agirbesta ku di navbera hêzên wan û dewleta tirk a bi navbeynkariya DYA’yê re hatiye ragihandin, qebûl kiriye. HSD’ê da zanîn agirbestê ji saet 22:00’an ve dest pê kir û wiha domand: “Lê Tirkiyeyê hê jî êrîşên xwe nesekinandine û agirbestê binpê dike. Tevî ku 30 saet bi ser agirbestê re derbas bûn jî, heta niha jî nehêlaye ku ji bo rizgarkirina sivîlên li Serêkaniyê û sivîlên birîndar korîdoreke mirovî bê vekirin.”

Banga li DYA’yê kir

Bi berdewamî jî HSD’ê destnîşan kir ku cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence û wezîrê karên derve Mike Pompeo ji agirbestê û vekirina korîdora mirovî berpirsyarin û wiha bi dawî kir: “Tevî têkiliya bênavber a bi aliyê Amerîkayê re û sozên ku dane da ku vê pirsgirêkê çareser bikin, heta vê saetê jî tu pêşketinên cidî nînin. Me soza pêkanîna agirbestê da û hê jî li gorî wê tevdigerin. Lê belê di heman demê de ji DYA’yê dixwazin ku li gorî peymanê tev bigerin û zextê li dewleta tirk bikin da ku korîdoreke mirovî vekin ku birîndar û sivîlan ji Serêkaniyê ya dorpêçkirî rizgar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar