Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 15 Haziran 2025

HSD: Em ê welatê xwe ji êrîşên dewleta tirk biparêzin

Fermandariya Giştî ya HSD’ê têkildarî geşedanên dawî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hêzên DYA’yê tevî peymana heyî, erka xwe pêk neaniye.  HSD’ê da zanîn ku dê li hemberî êrîşên deweta tirk, ji bo parastinê dê tenê kêliyekê jî ranewestin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî vekişandina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û gefên dagirkeriyê yên dewleta tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HSD’ê wiha ye: “

“DYA’yê tevî karê me da ku operasyonên leşkerî bi Tirkiyeyê re çênebin û nermbûna me ji bo avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor û pêkanîna erkên li ser milê me dikevin, lê hêzên Amerîkayê erkên xwe pêk neanîn û hêzên xwe ji herêmên sînorê bi Tirkiyeyê re vekişandin. Niha jî Tirkiye amadekariya operasyona dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike.

Ev operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê bandoreke neyînî ya mezin li şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re bike. Her wiha dê xebata salên çûyî yên ji bo îstiqrarê jî têk bibe.

Em weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kêliyekê ji bo parastina xwe ranawestin. Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê yên ereb, kurd, suryan û asûr dikin ku xwe bikin yek û li kêleka hêzên xwe yên rewa bisekinin da ku parastina welatê xwe ji êrîşên Tirkiyeyê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar