Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HSD: Êrîşên hêzên dagirker ên li ser herêmê didomin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li herêma Serêkaniyê didomînin. HSD’ê da zanîn ku di encama êrîşan de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê encamên roja 71’an a berxwedan û şerê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir.

Di daxuyaniyê de HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Serêkaniyê tevgera xwe ya dagirkeriyê didomînin. HSD’ê destnîşan kir ku komên çete bi çekên giran êrîşî gelek deverên sivîl kir û hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin.

HSD’ê bi domdarî jî diyar kir ku artêşa tirk a dagirker li gundê Mişrefa û derdora wê bi obus û tankan êrîşî herêmên sîvîl kir û bi dijwarî topbaran kir. HSD’ê da zanîn ku di encama êrîşê de ziyanên mezin gihîştin mal û milkên welatiyên sivîl. HSD’ê destnîşan kir ku hêzên dagirker gundên Um El Îşba, Til Hermel û El Esediyê jî bi dijwarî topbaran kirin.

Sererastkirin

Di dawiya daxuyaniyê de jî HSD’ê ji ber daxuyaniya xwe ya duh sererastkirinek kir û ev agahî dan: “Di daxuyaniya me ya duh de bûyereke li Serêkaniyê qewimîbû, me weke ku li Amûdê pêk hatibe diyar kir. Gundê Mişêrfê yê ku me duh weke ser bi Amûdê ve bi nav kiribû, girêdayî Serêkaniyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar