Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 1 Ağustos 2025

HSD: Herî kêm 29 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerên dewleta tirk û çeteyên wê li gelek deveran bi çekên giran êrîşî hêzên wan kirin. HSD’ê daxuyand ku di encama bersivdayîna hêzên wan de herî kêm 29 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encamê 17’emîn roja Berxwedana Rûmetê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

SERÊKANIYÊ

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya balafirên bêmirov û çekên giran êrîşî gundên Menacir, Esediyê, Leylan û Bîr Nûh ên li başûrê Serêkaniyê kirin. Hêzên me jî di çarçoveya xweparastinê de bersiv dan êrîşan û şerên dijwar rû dan. Di encama şer de herî kêm 10 çete hatin kuştin, gelek çete birîndar bûn, panzêrek û seyareyeke doçkabarkirî jî hatin rûxandin.

AMÛDÊ Û DIRBÊSIYÊ

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Derdarayê kir. Li ser bersivdayîna hêzên me jî êrîşên dagirkeran hatin şikandin.

KOBANÊ Û EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û bi koordîneya balafirên keşfê, êrîşî gundên Çelbê, Dibis û gundewarên bakurê Eyn Îsayê, Xirbet Faria, Mitmeşrak û Evdikê Biçûk kirin. Li ser bersivdayîna hêzên me jî li herêmê şer qewimî.

* Di encama bersivdayîna hêzên me de êrîş hatin şikandin û bi qasî ku hate zelalkirin, 19 çete û leşker hatin kuştin. Her wiha gelek jî birîndar bûn. Dîsa li vê herêmê 2 panzêr hatin rûxandin û yek jî hate derbkirin.

* Bi giştî di encama bersivdayîna hêzên me de herî kêm 29 çete hatin kuştin, hejmarekê zêde ya çeteyan birîndar bûn, 4 seyareyên leşkerî hatin rûxandin û yek jî hate derbkirin.

* Di vê berxwedanê de hevalekê me jî bi lehengî şer kir û şehîd bû û 11 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar