Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 14 Haziran 2025

HSD: Ji ber êrîşên dagirkeran sivîlên li herêmê koçber bûn

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên di 27, 28 û 29’ê kanûnê de parve kir. HSD’ê diyar kir ku hêzên dagirker êrîşî qadên sivîlan kir û sivîlên rastî êrîşê hatin neçar man ku ji herêmê koçber bibin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên şer û berxwedana di navbera 27 û 29’ê kanûnê de bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir. HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û komên çete li herêmên Til Temir, Serêkaniyê û Eyn Îsayê bi çekên giran û obusan êrîşî qadên sivîlan kirin.

HSD’ê destnîşan kir ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk bi obûsan êrîşî gundê Xalidiyê û Hoşan ên Eyn Îsayê kirin. HSD’ê diyar kir ku hêzên dagirker bi piştgiriya balafirên bêmirov, çeperên hêzên artêşa Sûriyeyê û herêmên sivîlan ên gundên Kopirik, Erîda, depoyên genim ên Qizalî, Fatisa, Bîr Îsa û Bîr Timih ên Eyn Îsayê jî bi dijwarî topbaran kirin. HSD’ê da zanîn ku di encama êrîşê de şêniyên herêmê neçarî koçberiyê bûn û ziyanên madî pêk hatin. HSD’ê ragihand ku di bersivdayîna hêzên artêşa Sûriyeyê de herî kêm 5 çete û leşkerên artêşa tirk hatin kuştin.

Êrîşên li Reqa û Dêrazorê

Di berdewamê de jî HSD’ê ragihand ku komên çete bi çekên giran êrîşî gundê Mişrefa yê Serêkaniyê jî kir û di encamê de ziyan gihişt mal û milkê welatiyên herêmê. Daxuyaniya HSD’ê wiha dom kir: “Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêmên Reqa û Dêrezorê bi bombeyên destan êrîşî baragehên hêzên me kir. Di dîroka 28’ê mehê de komeke ji şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê êrîşek li dijî şervanên HSD’ê kirin. Di encama pevçûna di navbera hêzên me û çeteyan de 2 çete hatin kuştin û 3 çete ji cihê bûyerê reviyan.”

Herî dawî jî HSD’ê ev agahî dan: “Di encama topbarana artêşa tirk a dagirker de li gundewarên Eyn Îsayê 2 hevalên me şehîd bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar