Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HSD: Li Tişrînê 63 çete hatin kuştin, tankek û 8 wesayît hatin rûxandin

HSDˈê ragihand ku di şer û pevçûnên duh ên li bakurê bendava Tişrînê û gundewarên başûrê rojhilatê Minbicê de, 63 çete hatine kuştin û 37 çete jî birîndar bûne. Her wiha tankek, 5 erebeyên leşkerî û 3 erebeyên zirxî yên bi tîpa BMB hatin rûxandin.

Şervanên HSD û YPJ’ê li Tişrînê berxwedaneke bêhempa dimeşînin û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIş-SMO’yê didin. Navenda Ragihandinê ya HSDˈê der barê bîlançoya duh a şer û pevçûnên li bakurê bendava Tişrînê û gundewarên li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di şer û pevçûnên duh (çarşem) ên li bakurê bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bû 63 û 37 çete jî birîndar bûn. Rewşa gelek birîndaran giran e.

Duh sibehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirer êrişeke berfireh li dijî gundên Elûş, Til Erîş û Girê Syriatel ên li derdora bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê û girê gundê Til Zemale pêk anîn. Hêzên me bersiva êrişan da û şerekî giran derket. Di şer de ku heya saetên êvarê dom kir, 63 çete hatin kuştin.

Her wiha tankek, 5 erebeyên leşkerî û 3 erebeyên zirxî yên bi tîpa BMB hatin rûxandin.

Ji ber berxwedana hêzên me, çete neçar man birevin û kuştî û erebeyên xwe yên wêrankirî li dû xwe hiştin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar