Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

HSD’ê 25 êzidî radestî Mala Êzidiyan kir

Şervanên HSD’ê bi daxuyaniyekê 25 jin û zarokên êzidî ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn, radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir. Piştî daxuyaniyê jî welatiyên êzidî ber bi Şengalê ve bi rê ketin û li Şengalê radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê hatin kirin

Şervanen Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi civîneke çapemeniyê 25 jin û zarokên êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, radestî Mala Êzidiyan a li navçeya Amûdê kirin. Di daxuyaniyê de nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê, fermandarên HSD’ê, endam û rêveberên Mala Êzidiyan û gelek dezgehên çapemeniyê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Di daxuyayaniyê de ji fermandarên HSD’ê Berxwedan Amûdê axivî û diyar kir ku HSD’ê di pêngava Bagera Cizîrê de bi sedan zarok û jinên êzidî rizgar kirine. Amûdê destnîşan kir ku ew îro beşeke din a jin û zarokên êzidî ji bo ku bidin Meclisa Demokratîk a Şengalê, radestî Mala Êzidiyan dikin.

Ji rêveberên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ziyad Hamid jî spasiya HSD’ê kir û da zanîn ku heta niha zêdetirî hezar jin û zarokên êzidî hatine rizgarkirin.  Ziyad Hamid teqez kir ku ew ê 25 jin û zarokên êzidî radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê bikin. Hamid wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne ku hemû êzidiyên li gel çeteyên DAIŞ’ê girtî ne, bên rizgarkirin. Li gorî daneyên li ber destê me, çarenûsa 3 hezar û 40 êzidiyan nediyar e.”

Piştî daxuyaniyê, welatiyên êzidî û endamên Mala Êzidiyan ber bi Şengalê ve rê ketin. Welatiyên êzidî li Şengalê radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê hatin kirin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar