Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HSD’ê bi hezaran sivîl rizgar kirin

Şervanên HSD’ê li gundê Bazoz ê Hecîn ê Dêrazorê zêdetirî 2 hezar sivîlên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin

Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji bo rizgarkirina navçeya Hecînê û gundewarên wê dabû destpêkirin, didome. Komên çete yên ku li gundê Baxozê li qadekî teng asê mane, bi hezaran sivîlan weke mertalên zindî bikartînin.

Şervanên HSD’ê ji bo ku zirar negihije sivîlan, operasyonên taybet pêk tînin. Di vê çarçoveyê de şervanan duh êvarê nêzî 2 hezar sivîl û malbatên çeteyan ji Baxozê anîn herêmên bi ewle. Her wiha hat ragihandin ku gelek çeteyên DAIŞ’ê jî teslîmî HSD’ê bûne.

Sivîlên ku hatine rizgarkirin, ji hêla şervanan ve veguhestin kampên bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Operasyonên rizgarkirina sivîlan ên li herêmê berdewam dikin. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar