Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

HSD’ê bîlançoya roja 38’emîn a berxwedanê parve kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên biçek ên bêmirov êrîşî seranserî xeta eniyê kir. HSD’ê da zanîn ku di encama êrîşan de 2 şervanên wan şehîd bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê encamên şer û Bexwedana Rûmetê ya roja 38’emîn aşkera kir. HSD’ê da zanîn ku di roja 38’emîn a Berxwedana Rûmetê de jî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gelek herêm bombebaran kirin.

HSD’ê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û komên çete bi hemû cureyên çekên giran û balafirên bêmirov li seranserê xeta eniyê êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin. Daxuyanî wiha dom kir:

TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete li gundên Ing El Hewa, Mehmûdiyê, Qasimiyê û Rihaniyê bi çekên giran, tank, top û balafirên bêmirov êrîşî herêmên sivîlan kirin û xwestin ku qadên nû dagir bikin. Komên çete bi obus û hewanan êrîşî çeperên hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan kir. Balafirên biçek ên bêmirov jî herêm bombebaran kirin.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên wê bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîşî bendên kontrolê yên li ser rêya M4 a navdewletî, gundên Tîna û Qizalî kirin. Artêşa tirk a dagirker dîsa ev herêm bi balafirên bêmirov bombebaran kir.

* Di êrîşên artêşa tirk a dagirker de bi giştî 2 hevalên me şehîd bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar