Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HSD’ê bîlançoya roja 70’yemîn aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê di roja 70’yemîn a berxwedanê de jî êrîşên xwe domandin. HSD’ê da zanîn ku li gundê Mişêrfayê dema ku çeteyan amadekariya êrîşê dikir, teqemeniyek di nav wan de teqiyaye û 3 çete mirine

Navenda Ragihandin û Çapemenyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê encamên roja 70’yemîn a Berxwedana Rûmetê parve kir. Di daxuyaniyê de HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker li seranserê herêma rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê êrîşên xwe yên bi tank, top û çekên giran domand.

Daxuyanî wiha dom kir:

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Eyn Îsa û gundewarên wê û her wiha li ser rêya M4 tevgera xwe ya dagirkeriyê domand. Komên çete bi çekên giran êrîşî gundên Bîr Kîno, Genteriyê, Kefîfa, Tirwaziyê û her wiha herêmên li derdora rêya M4’ê kir. Artêşa dagirker bi çekên giran û tankan zêdetirî 30 caran êrîşî gundên Xirbit Baqer, Mitmeşrîc û Xafiyayê kir. Di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştin zevî û milkên welatiyên sivîl. Artêşa tirk bi hemû hêza xwe hewl dide beşên rêya M4’ê ya navdewletî dagir bike.

* Artêşa tirk a dagirker ji 17’ê mehê ve bi konvoyên çekên giran di embarên genim ên Şergirakê de diziyê, dike. Di nav 3 rojan de bi alîkariya komên çete, piraniya genimê di embarên genim de hate talankirin.

AMÛDÊ

* Komên çete yên artêşa tirk a dagirker li gundê Mişêrfê ya Amûdê dema di amadekariya êrîşan dikir, alavên teqemeniya xwe di nava xwe de teqandin. Li gorî agahiyên ku bi dest me ketine, herî kêm 3 çete di teqînê de mirin û hejmareke ji çeteyan jî birîndar bûn.

DÊRIK

* Artêşa tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundên Etebê û Dêrna Axê kir. Di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştin milkên welatiyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar