Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

HSD’ê hemû hewldanên çeteyên Tirk têk birin

Fermandarekî QSD’ê diyar kir ku hêzên wan tevahî hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên pêşveçûna ber bi Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê ve têk birin û anî ziman ku heta niha zêdetirî 450 çete kuştin û bi dehan tank û wesayîtên zirxî rûxandin.

Şervanên HSD û YPJ’ê li herêma Bendava Tişrîn û herêma pira Qereqozaqê yên li gundewarê Minbic û Kobanê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIş-SMO’yê berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Şervanên HSD û YPJ’ê li her derê çalakiyên bi bandor li dar dixin û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin.
Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şakir Ereb têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO’yê ji ANHA’yê nirxand. Fermandar Şakir Ereb li ser pêşdeçûnên dawî li eniyên şer ên li gundewarê Minbicê, herêma pira Qereqozaqê ya başûrê Kobanê de axivî û got: “Di dirêjahiya 20 rojan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê kontrol bikin. Lê hêzên me tevahî hewldanên wan, ruxmî piştgiriya hewayî û hêzeke mezin a leşkerî, têk birin.”

Şakir Ereb têkildarî rewşa li wan eniyan wiha domand: “Şervanên me berxwedaneke mezin raber kir, êrişên çeteyan şikandin, zirarên mezin bi wan û cebilxaneyên wan kirin. Hêzên me zêdetirî 450 çete kuştin û bi dehan tank û wesayîtên zirxî rûxandin.”

Ereb diyar kir ku hêzên wan êrişên bênavber ên çeteyan têk didin û li eniya başûrê rojhilatê gundewarê Minbicê bi pêş de diçin û ji 14 kîlometre nêzî bajêr in.

Şakir Ereb di dawiyê de got hêzên wan ên leşkerî di çarçoveya têkbirina êrîşên çeteyan de fedakariyên mezin da û wiha got: “Em amade ne di oxira parastina gelên Herêmê de hîna fedakariyên din bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar