Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

HSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe aşkera kir

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hêzên me, operasyonên xwe li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst didomînin û di heman demê de êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk dibin.

Şervanên me, bi lehengî êrîşên dagirkeriya tirk têk dibin û derbeyên giran li rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst didin û hucreyên wê yên veşartî ji hev de dixin, piştî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê bi encam bû, êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê li dijî hêzên me zêdetir bûn.

Di dema têkbirina êrîşên dagirkeriya tirk de, 3 hevrêyên me piştî ku bi xwîna xwe destanên fedakariyê nivîsîn û heta dawiyê di çeperên şer de li ber xwe dan, gihîştin asta şehadetê.

Hevrêyên me Îbrahîm Mihemed Berho (Gîvara), Ehmed Hemed El Şawî (Zagros) û Hecî Xelîl Mihemed (Çiya Kobanê) di encama êrîşa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya tirk a li dijî Eyn Îsayê de, şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji xwe û malbatên her sê şehîdan û tevahiya gelê xwe re dixwazin û soz didin ku em ê tola xwîna wan a paqij hilînin û li ser şopa wan heta pêkanîna armanc û hêviyên wan li têkoşînê dewam bikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Gîvara

Nav û paşnav: Îbrahîm Mihemed Berho

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: El Melha 2003’ê

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan

Nasnav: Zagros

Nav û paşnav: Ehmed Hemed El Şawî

Navê dayikê: Firyal

Navê bav: Hemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa /1998

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan

Nasnav: Çiya Kobanê

Nav û paşnav: Hecî Xelîl Mihemed

Navê dayikê: Xanim

Navê bav: Xelîl

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê /2000

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan“

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar