Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Huner ji bo mijara aştî û dûrketina li şer, dibistanek mezine

Hunermendên kurd û ereb diyarkirin ku huner dikare ji bo aştiya civakê, rolek baş bilîze. Hunermendan bang li aliyên siyasî kirin da ku pirsgirêkan bi rêyên aştiyê çareser bikin

Navenda Nûçeyan

Şêwekar Salih Nasir niştecihê bajarê Beqube ya ser bi navenda parêzgeha Diyalayê ye, Salih Nasir hunerê bi aştiyê bi navkir û got; “Huner nameyek aştiyê ya ji bo jiyana hevbeş a navbera netew û hemû sînoran deye. Huner xwe digihîne hemû çengên civakê, hunermend divê bi hunera xwe hertim hewla aştî û dawî anîna şer bidin. Ez bang li hemû aliyên siyasî dikim da ku pirsgirêkên xwe bi rêya guftugoyê çareser bikin.”

Nasir di dewamê de got; “Divê hemû pêkhateyên civakê ji bo lihevnêzîkbûnê, çav berdin ser hunerê û nakokiyên xwe bidin aliyekê. Li gorî min hunermend dikarin bi karê xwe ya xweşik, nakokiya navbera pêkhateyan de dawî bikin û aştiyek mayînde bînin.”

Derhêner Cîhad Deloyî jî hunerê weke dibistanek mezin bi nav kir û wiha axivî; “Huner ji bo mijara aştî û dûrketina li şer, dibistanek mezine. Di heman demê de huner amrazek ji bo komkirina aliyên bi nakok û çêbûna aştiyê ye.”

Cîhad Deloyî herî dawî bang li hunermendan kir da ku ji bo dawî anîna şer û nakokiyan kar bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar