Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hunermend Casimî Saz stranek li ser grevên birçîbûnê tomar kir

Hunermendê kurd Casimî Saz straneke nû li ser çalakiyên greva birçîbûnê tomar kir. Hunermend bi vê stranê piştgirî bidin çalakiyên grevên birçîbûnê

Her ku diçe piştgiriyên ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê zêde dibin. Hunermendê kurd  Casimî Saz jî bi armanca piştgiriyê straneke nû li ser çalakiyên greva birçîbûnê tomar kir.

Hunermend Casimî Saz ji beriya niha jî gelek stran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla, Kobanê, Efrîn û her çar parçên Kurdistanê tomar kiriye.

Têkildarî tomar kirina vê strana nû ya li ser çalakiyên grevên birçîbûnê Hunermend Casimî Saz ji Rojnews’ê re axivî. Casimî Saz wiha qala tomarkirina vê strana xwe kir: “Min ji bo heval Leyla Guven û Heval Nasir Yagiz tu tiştek amade nekiribû. Rojek Kak Hesen Cûdî serdana min kir, helbestek da min û ji min xwest ku ez bikim stran. Min jî jê re got te gelek baş kir. Ji ber ku ev demekî dirêj bû min dixwest tiştek wisan bikim. Lê başe tu bi min re bûyî alîkar. Min pişt re ji helbestê re mûzîkek çêkir. Helbest bi xwe ya Hesen Cûdî ye. Min vê stranê li ser stranên xwe yên din ên neteweyî zêde kir.”

Hunermend Casimî Saz di dewama axaftina xwe de daxwaz ji hemû hunermendên kurd kir ku xwedî helwest bin û wiha domand: “Ez her tim dibêjim, ez daxwaz ji hemû hunermendan dikim, rica dikim her tim ji bo mijarên neteweyî û welat rolê xwe bi lîzin. Fikra van çalakvanan bikin ku nan û av li xwe heram kirine. Fikra wê yekê bikin wê şehîd bikevin. Ji bona vê stranan li ser bêjin.”

Saz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hêvîdar im ku hîn zêdetir xizmetê ji rêbertî û netewa xwe re bikim. Rastiya gerîla û pêşmerge ne cûda ye. Lê heya niha hunermendan nekarîne stranek li ser gerîla û rojavayê Kurdistanê bêjin. Ez nizanim ji ber çi wisanin. Gelo astengî ji wanre tên derxistin,  yanjî ew bi xwe naxwazin û karîna wan ya wê yekê nîne?” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar