Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Hunermend: Ev êrîş talankirina mirovahiyê ye

Hunermendan ji bo êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin “talankirina mirovahiyê ye” û xwestin şer raweste

Li Êlihê, hunermendan êrîşa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û gotin, ev êrîş “talankirina mirovahiyê” ye.

Muzîkjen Şerzat Arslan ku di bin banê Navenda Çandê ya Biharê de dixebite, diyar kir ku êrîşa tê kirin talankirina xweza û mirovahiyê ye û wiha got: “Ger em naxwazin mirov bimirin, şer çê nebe û xweza neyê talankirin pêşî divê em nerazîbûna xwe ya li hemberî vî şerî nîşan bidin û paşê ji bo rawestandina vî şerî tev bigerin. Ez jî vî şerî şermezar dikim û dixwazim raweste.”

‘Em dengê xwe bilind bikin’

Şanoger Abdûllah Tarhan jî destnîşan kir ku divê hunermend ji bo rawestandina şer bitêkoşin. Tarhan wiha got: “Kesên ji xwe re dibêjin em mirov in, xweyî wijdan in divê li dijî vê êrîşê dengê xwe bilind bikin. Divê li dijî vê talan û barbartiyê dengê xwe li dengên heyî zêde bikin. Barê mezin dikeve ser milê hunermend û rewşenbîran. Divê vê yekê bi awayekî rast bilêv bikin.”

Wênesaz Ramazan Îlten jî ev tişt got: “Navê aştiyê li vê operasyonê kirin. Tiştekî ku mirin tê de be çawa dibe aştî? Gel, dixwazin li warê xwe bi awayekî azad û aram bijîn. Lê hin kes jî radibin dixwazin bi şer warê wan birûxînin. Ma dibe ku mirov li ser warê hin kesan warekî din çê bike?” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar