Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 16 Haziran 2025

Hunermendên başûr dê dijî dagirkeriya tirk bimeşin

Bi dehan hunermend dê li Silêmaniyê dijî dagirkeriya dewleta tirk û hewldanên pêxistina agirê şer a di nava kurdan de, meşek lidar bixin. Ji bo tevlibûna meşê bang hat kirin

Komek hunermendên başûr û rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê derbarê dagirkeriya dewleta tirk a li ser Kurdistanê, daxuyaniyek dan. Hunermendan ragihand ku dê 17’ê hezîranê dijî dagirkeriya dewleta tirk bimeşin.

Di daxuyaniya ji aliyê hunermend Birayîm Ehmed ve hatî xwendin de, hate gotin ku ew weke desteyek hunermendên bajarê Silêmaniyê, dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr radiwestin û hat diyarkirin ku ev yek erkek niştimanî û neteweyî ye.

Di daxuyaniyê de bang li her kesê hate kirin da ku tev li meşa dijî dagirkeriyê bibin û wiha hat gotin: “Em ê roja 17’ê hezîranê saet 17:00’an li ber derê Baxê giştî ya şeqama Salim a Silêmaniyê kom bibin û dijî dagirkeriya tirk bimeşin.”

Piştî daxuyaniyê hunermend Nasir Rezazî jî banga tevlibûna meşa dijî dagirkeriyê kir û ev tişt anî ziman: “Rewşa Kurdistanê rewşek xirab e û pêvajo ber bi xirabiyê ve diçe. Ji bo kurdan meseleya neteweyî girîng e, divê bê gotin ev der başûrê Kurdistanê ye û ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî cihê kêfxweşiyê ye. Ger ev destkeftiyên me ji dest biçin, em ê êdî bi çavê xwe jî wan nebînin. Divê her kes tev li meşa dijî dagirkeriyê bibe.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar