Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin

Îddîanameya ku li ser “lêpirsîna Kobanê” hatibû amadekirin, hat qebûlkirin. Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes di çarçoveya dosyayê de ne

Îddîanameya “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Di îddîanameyê de ji bo 108 kesan ji sûcên wek “Xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welat” û 37 caran “kes kuştin” cezayên zîndanê tê xwestin.

Dadgehê hêj guncavdîtin nekiriye û dîroka danişînê diyar nekiriye. Parêzer hewl didin xwe bigihînin îddîanameya hatiye amadekirin.

Di îddîanameya derbarê siyasetmedar jî di nav de 108 kesî de hatiye amadekirin, bi van îddîayan tên sûcdarkirin: “Kuştina kesan (37), hewldana kuştina kesan (31), talan (24), desteserkirin (38), hewldana destesrkirinê (2), zirarê dayina mal û milk (1750), bi şewitandinê zirar dayina mal û milk (397), zirar dayina malê cemaweriyê (1060), bi şewitandinê zirarê dayina mal û milkê cemaweriyê (503), binpêkirina destnedayîna (53), bi şevê binpêkirina destnedayîna kargehan (294), bi şevê vekirî dizî hatiye kirin (26), vekirî dizî kirin (20), dizî (114), bi şevê dizî (272), birîndarkirina hêsan (5), bi sîlehê birîndarkirina hêsan (43), wezîfedarê cemaweriyê bi sîlehê birîndarkirina hêsan (264), bi sîlehê birîndarkirina wezîfedarê cemaweriyê bi qestî hêsanî (7), bi şeklê ku hestî bişkê birîndarkirina bi sîlehê (1), bi şeklê ku hestî bişkê birîndarkirina bi sîlehê ya qestî (1), bi sîlehê birîndarkirina bi qestî (78), bi sîlehê birîndarkirina wezîfedarê cemaweriyê (51), binpêkirina azadiya kar û xebatê (3), ziyana îbadetxaneyan (4), bûne sedemê ji ber çûyîna zarok (1), şewitandin (24), muxalefeta yasaya jimara 5816’an (25), navtêdana sûckirinê, xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welat.”

Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de 27 siyasetmedar di çarçoveya lêpirsînê de girtî ne.

Karê ewil erêkirina dosyê da ber xwe

Desteya Dadger û Dozgeran (HSK), Ahmet Akça tayînî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kiribû. Akça îro çû Qesra Edaletê ya Enqereyê û wek karê wî ewil erêkirina dosyeya “Lêpirsîna Kobanê” ya ku hatibû amadekirin da ber xwe û pejirand.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22’ê kanûna 2020’an de derbarê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdana tavilê dabûn. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar