Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Îdîanameya der barê Trump de hate îmzekirin

Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosî îdîanameya der barê ezîlkirina Donald Trump de îmze kir. Pelosî pêvajoya ezilkirina Trump weke ‘demekî dîrokî’ nirxand

Pêvajoya ezîlkirina serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump dewam dike. Îdîanameya der barê wî de hatibû amadekirin ji bo bişînin Senatoyê hate îmzekirin. Îdîanameya ku piştî biryara ezilkirinê ya li Meclisa Nûneran hate amadekirin, bi îmzeya serok Nancy Pelosî dê ji Senatoyê re bê şandin.

Pelosî ya ji Partiya Demokrat, piştî pejirandina îdîanameyê daxuyaniyek da û rewşa heyî weke ‘demekî dîrokî’ nirxandin û bal kişand ser girîngiya pêvajoya ezîlkirinê. Li aliyê din endamê Meclisa Nûneran ê ji Partiya Demokratan Adam Schîff weke kesê ji dozgerên lêpirsîna ezilkirina Trump a li Senatoyê bişopînin berpirsyar hate wezîfedarkirin. Schûff beriya ku ji Meclisa Nûneran re bê hilbjartin li Kalîforniyayê dozgerê federal bû.

Serokê DYA’yê Donald Trump tê sûcdarkirin ku ji bo têkiliyên kar ên kurê hevrikê wî yê demokrat Joe Bîden lêpirsîn bike, zext li serokomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî kiriye û wezîfeya xwe bi rengekî nebaş bi kar aniye.

Lê belê xuya ye ku dê biryara ezilkirina Trump ji Senatoyê derbas nebe. Li Senatoyê ku 100 endamên xwe hene tenê 47 kursî yên demokratan in. WASHÎNGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar