Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Îhale ji şaredariyê stend xizmeta MÎT’ê kir

Li Qersê dema şaredarî di destê MHP’ê de bû, şîrketa ku bi 2 mîlyon û 280 hezar û 275 TL îhaleya rê stend, li şûna xizmeta rê bide şaredariyê, xizmeta rê, boyax û înyatê da MÎT û eskeriyê. Hevşaredar Ayhan Bîlgen diyar kir ku gelek rêyên îhaleyên wan hatine girtin, nehatine çêkirin û li  dervê armancê kar kiriye

Li Bajarê Qersê şîrket û fîrmaya ku di serdema Şaredariya MHP’ê de îhaleya rê stend, li şûna rêya bajar çêke, pereyê îhaleyê li rê, boyax û înşaeta MÎT û leşkeriyê xerç kiriye. Fîrmaya ku bi 2 mîlyon û 280 hezar û 275 TL îhale girt, li şûna xizmeta şaredariyê bike, xizmeta rê, boyax û înşaetê ya Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) û leşkeriyê kir. Di encama rapora teftîşê ya Şaredariya Qesrê de derket holê ku fîrmayê îhale ji şaredariyê girtiye lê xismetên saziyên din kirine.

Têkildarî mijarê Şaredarê Qersê Ayhan Bilgen anî ziman ku ji bo xebatên berê gelek şîkayet li CÎMER’ê û li wan hatine kirin û wiha got: “Piştî îxbarên zêde me komîsyona venêrtina hundir ava kir. Me dît gelek rêyên ku îhaleyên wan hatine girtin nehatine çêkirin. Me dît ku şaredarî bûye deyndarê fîrmayan lê xizmet nehatiye kirin. Me fîrmayê re hevdîtin kir. Qebûl kirin ku rê çênekirine. Lê mikur hatin ku xizmeta MÎT û leşkeriyê kirine. Têkildarî mijarê me serî li darazê da. Niha dixwazin ser sûc bigirin. Xwediyê fîrmayê li ser medya civakî gotina “Me ji şaredariyê re kar kir lê heqê me nade” û kampanya reşkirinê meşandin. Lê me di vî karî de nelirêtî dît. Xwediyê fîrmayê bi navê MÎT û Leşkeriyê dixwaze ser vê nelirêtiya xwe bigire. Dibe ku xwediyê fîrmayê xizmet ji MÎT û leşkeriyê re jî nekirbe. Divê teqez ev rastî derkeve holê. Gelek rêyên îhaleyên wan hatine girtin, nehatine çêkirin û li  dervê armancê kar kiriye. ” QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar