Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

ÎHD: Girtiyên nexweş di bin rîskeke mezin de ne

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku welatiyê bi navê Şafîî Hayme ku wasiyê girtiyê bi navê Soydan Akay ê ku 27 sal in di girtîgehê de ye, di 1’ê hezîrana 2020’an de serî li komeleya wan da û wiha domand: “Hayme diyar kir ku Akay li gelek girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê hatiye girtin. Ji sala 2018’an ve jî tedawiya kansera prostatê dibîne û her wiha nexweşiyên romatîzma, hepatît B û spazma dil pê re heye. Hayme ragihand ku Soydan 2 salên dawî ne li Girtîgeha Girtî ya Sîlîvriyê, li hucreyeke yek kesî tê hiştin û nikare tedawî bibe. Diyar kir ku Soydan zêdeyî 6 meh in mafê xwe yê telefon û hevdîtinê bi kar nayîne û bi vî rengî vê rewşê şermezar dike.”

Hezar û 334 girtiyên nexweş hene

ÎHD’ê diyar kir ku gelek girtiyên nexweş li ber mirinê ne û wiha domand: “Tenê di sala 2019’an de li girtîgehên herêmê 6 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Di meha gulana 2020’an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniyeyê Sabrî Kaya û li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jî Vefa Kartal ku girtiyên nexweş bûn, mixabin jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên komeleya me, hezar û 334 girtiyên nexweş hene ku ji wan rewşa 458’an giran e.”

Daxuyaniya ÎHD’ê wiha dom kir: “Bi navê parêzvanên mafên mirovan em dixwazin bêjin ku tedawiya pirsgirêkên tenduristiyê yên Soydan Akay ku krîtîk e, şertekî destûra bingehînî ye û eger encamên neyînî rû bidin dê wezareta edaletê jê berpirsyar be.”

ÎHD’ê gavên ku divê bên avêtin wiha destnîşan kir:

*Girtiyên bi nexweşiyên giran ên hîn jî girtî ne, bi rapora ji nexweşxaneyeke têrker tavilê bên berdan, tedawiya wan li gel malbatên wan bên dewamkirin û sîgortaya wan a tenduristiyê ji aliyê dewletê ve bê dayin.

*Saziya Tipa Edlî nebe saziya dawî û yekane ya biryardana li ser taloqkirina înfaza ceza ya ji ber tenduristiyê.

*Di biryardana taloqkirina înfaza cezayê de ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, erka dozgerên komarê bê bidawîkirin, li gorî raporên nexweşxaneyan biryar bê dayin.

*Pîvana ‘Ji bo ewlekariya civakê metirsîdar e’ ya ku li pêşiya taloqkirina înfaza ceza ya girtiyên nexweş asteng e, ji qanûnê bê derxistin.

*Benda 16’an a xala 107’an ku li pêşiya taloqkirina înfaza ceza asteng e bê rakirin.

*Li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Kaytan-Tirkiyeyê, girtiyên ku li gorî temen û rewşa tenduristiyê dikarin bên berdan li cihekî guncav bên bicihkirin.

* Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Gulay Çetîn-Tirkiye bi cih bê anîn, divê bê zanîn ku bernedana girtiyên nexweş binpêkirina xala 3’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar