Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

ÎHD: Li girtîgehan mafê jiyanê tê binpêkirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê rapora ku têkildarî rewşa mehên çile, sibat û adarê ya li girtîgehên Anatoliya ya Navîn amade kiribû, bi raya giştî re parve kir. ÎHD’ê di Rapora Şopandina Binpêkirina Mafan a Girtîgehan de diyar kir ku wan li gorî dane û çavdêriyên parêzer, malbat û xizmên girtiyan ên serî li wan dane ev rapor amade kirine.

ÎHD’ê da zanîn ku li girtîgehan binpêkirina mafan, mirin û zext zêde bûye û banga pêkanîna erkê li wezareta dadê kir. ÎHD’ê diyar kir ku ‘Mafê jiyan’ ku mafekî gerdûnî ye û mafê ragihandinê li girtîgehan pêk nayê û girtî rastî tundiyê tên. ÎHD’ê destnîşan kir ku di 3 mehên ewil ên sala 2020’an de li girtîgehan bi giştî 9 girtî mirine.

Rapor bi van agahiyan didome:

“* Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê tundiya fîzîkî, derûnî û devkî zêde bûye. Girti rastî îşkenceyê ten û di yek hucreyê e têne girtin. Gefan li girtiyan dixwin.

* Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtiyê nexweş tevî kelepçeyan tên dermankirin û baş nayên dermankirin. Bêyî ku teşhîsê lê bidanin, dermanan jê re dinivîsin. Ji ber ku girtiyan nabin nexweşxaneyê, rewşa girtiyên nexweş giran bûye.

* Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ji bo vîrûsa koronayê (Covîd-19) pir kêm tevdîr hatine girtin. Cihên ku herî zêde dest lê tê kirin nayên dezenfektekirin. Alavên paqijiyê kêm tên dayîn. Girtî bi pereyên xwe alavên paqijiyê dikirin.

* Li Girtîgeha Tîpa Hejmar 1 a Tîpa L a Sîncanê girtiyekî nexweşê penceşêrê ku divê bi lez û bi tendurist bê dermankirin, 2 sal piştre hatiye dermankirin. Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî girtiyên ji ber ku malbatên wan dûr in ji bo sewqe daxwazname dane, hêj bêbersiv in.

Li gorî vê em dixwazin ku;

* Divê cezayên disiplînê û hucreyê yên girtiyên di greva birçîbunê ya bêdem û bêdorveger de bên rakirin. Divê mafê wan ê ragihandinê jî bê parastin.

* Divê hevdîtinên girtiyên di grevê de ya bi parêzerên wan re bi kamerayan neyên kişandin.

* Divê ji bo girtiyên nexweş li gorî diyeta wan xwarin bê dayîn.

* Hewceye hêjmara xizmetkarên tenduristiyê bên zêdekirin. Li şûna rîngê divê girtiyên nexweş bi ambulansê bên sewqkirin. Divê girtiyan derxin revîr û nexweşxaneyan.

* Hewceye dawî li dermankirina bikelepçe bê.

* Girtîgeh divê destûrê bidin heyetên tenduristiyê yên serbixwe da ku biçin ligirtîgehan lêkolînan bikin.

* Hewceye pergala înfazê li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan bê sererastkirin.

* Divê mafê ragihandinê bê parastin û rojnameyan bidin girtiyan.

* Divê girtiyên ji malbata xwe dûr, sewqî girtîgehên nêzî malbatên wan bên kirin û heqê sewqkirinê ji girtî û malbatan neyê xwestin.

* Divê di sewqa girtîgehan de girtî rastî lêgerîna tazî neyên û yên vê dikin jî bên darizandin.

* Her wiha divê rê li ber hewldanên ku mafê jiyanê tune dike bê girtin û mafê jiyanê bê parastin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar