Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 31 Temmuz 2025

ÎHD’ê ji bo lêkolînkirina îşkenceya li Xelfetiyê heyetek şand

Heyeteke ji ÎHD’ê ji bo şopandina rewşa li Xelfetiyê û lêkolînkirina îşkenceyê derbasî Rihayê bû. Tê payîn ku heyeta ÎHD’ê dê encama lêkolîna xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re parve bike

Hêzên artêşa tirk di 18’ê gulanê de li gundê Derto yê Xelfetî ya Rihayê derket operasyonê û pevçûn derket. Piştî pevçûnan jî artêşa tirk li Xelfetî û Hewagê bi ser gelek malan de girt û zêdetirî 47 kes bi îşkenceyê binçav kirin. Di heman demê de kesên binçavkirî li emniyetê jî rastî îşkenceyên giran hatin.

Ji bo şopandina rewşa heyî û lêkolînkirina îşkenceya li ser welatiyan, heyeteke ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di nav de serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn û nûnerê ÎHD’ê yê bakurê Kurdistanê Abdulselam Înceoren jî di nav de ne, çûn Rihayê.

Heyet dê di destpêkê de bi Baroya Rihayê re hevdîtinekê pêk bîne û pişt re jî dê hewl bide bi Serdozgerê Komarê ya Rihayê re hevdîtinê bike. Ger ku destûr bê dayîn jî dê bi welatiyên li Şaxa TEM’ê ya Rihayê di bin çavan de ne re hevdîtinan bikin.

Piştî ku lêkolînên têkildarî mijarê bi dawî bûn jî tê payîn ku dê encama lêkolînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re bê parvekirin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar