Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi...

Çarşamba - 19 Şubat 2025

ÎHD’ê rapora xwe ya zext, gef, revandin û ferzkirina sîxûrtiyê aşkera kir

ÎHD’ê rapora bûyerên zext û gefan, revandin û ferzkirina sîxûrtî ya sala 2019’an aşkera kir. ÎHD’ê da zanîn ku di sala 2019’an de 61 kesan ji ber sîxûrtî lê hatiye ferzkirin serî li komeleya wan daye lê ev hejmar pir zêdetir e

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya taybet a der barê bûyerên bi zext û gefan îfade girtinê, sihbet û hevdîtin kirinê, revandin û kirina sîxûrtiyê yên di sala 2019’an de ji raya giştî re aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 8 kesan li navenda giştî, 36 kesan li Şaxa Stenbolê, 8 kesan li Şaxa Amedê, 8 kesan li Şaxa Îzmîrê, 5 kesan li Şaxa Enqereyê, kesekê li Şaxa Meletiyê, 5 kesan li Şaxa Êlihê, bi giştî 71 kesan bi heman hincetan serî li ÎHD’ê dane.

ÎHD’ê di rapora xwe de bal kişand ser rêbazên ferzkirina sîxûrtiyê ev agahî dan: “13 kes hatin revandin, rastî gehan hatin û sîxûrtî li wan hat ferzkirin. Ev kes girtekên wan ên fermî nehatine girtin û hema wisan hatine berdan. 61 kes jî li cihên cuda sîxûrtî li wan hatiye ferzkirin û gef li wan hatine xwarin. 5 kes jî dema girtîbûne, dozger an jî rayedarên ewlekariyê çûne gel wan û sixûrtî li wan ferzkirine. Ev bûyerên wiha pir zêde ne lê mexdûr ditirsin ku serî li dozger û ÎHD’ê bidin.”

Di beşa encam û pêşniyaran a raporê de wiha hat gotin:

“* Divê dozger ji bûyerên weke gef, heqaret, îşkence, bêparhiştina kes ji azadiya wî/wê, wezîfeya xwe baş bikar neanî û revandin û sîxûrkirinê re bêdeng nemîne. Divê bi awayeke bi bandor lêpirsînê bide destpêkirin.

* Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê (Meclisa Gel a Bilind ya Tirkiyeyê) ji bo kontrolkirina polîs û leşkeran divê komîsyoneke jêr xwe ava bike û serlêdanan binirxîne.

* Divê Komîsyona Çavdêrkirina Polîsan-Leşkeran têkildarî binpêkirina mafên mirovan xebatên bi bandor birêve bibe.

* Komîsyona Îstîxbaratê û Ewlehiyê ya TBMM’ê pêwîste komîsyone bin xwe ava bike û di mijara xebatên dijqanûnî yên rêxistinên îstîxbaratê lêkolînan bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar