Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Îmzeyên ku ji bo azadiya Celaliyan hatin komkirin dê radestî PE’yê bê kirin

Navenda Nûçeyan |

Di 11’ê hezîranê de çalakvanên jin, siyasî-sivîl û kesayetên rojhilatê Kurdistanê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa Zeyneb Celaliyan daxuyaniya bi ser navê ‘Em Dengê Zeynep Celaliyanê ne’ weşandin û diyar kirin ku ji bo azadiya Celaliyan dest bi kampanyaya piştgiriyê kirine. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Niha 13 sal in ku Zeyneb Celaliyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê îşkencekirin û di rewşek xirab a pîskolojîk de zindanî ye. Ji ber vê yekê jiyan û tenduristiya wê di xeteriyê de ye. Di vê demê de ji ber ku Zeyneb Celaliyan weke her girtiyek din a siyasî nikariye mafê derman li derveyi zindan û serdanê malbatê bikar bîne, gelek nexweşî di cane wê de derketin û çavên vê îltihab girtine û gelekî kîlo kêm kiriye. Di vê dema dawî de jî li girtîgehê bi şewba Covid-19 ango korona ket. Tevî vê yekê jî Zeyneb Celaliyan li zindanê ye û nayê dermankirin.”

Endamên kampanyayê radigihînin ku armanca wan komkirina hezar îmze bûn û wiha gotin: “Heya niha hezar û 39 îmze hatine komkirin û em ê pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafê mirovan û raya giştî ya cîhanê bikin.”

Çalakvanan daxwazên xwe yên kampanyayê wiha rêz kirin;

  1. Em daxwaz dikin ku Zeyneb Celaliyan demildest bê berdan.
  2. Tevî Zeyneb Celaliyan gelek girtiyên siyasî bi şewba koronayê ketin. Em bang li aliyên pêywendîdar dikin, zextê li rayedarên Îranê bikin da ku di çarçoveya mafên girtiyan û peymanên navneteweyî de tevbigere.
  3. Em bang li Amnesty International, Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, saziyên mafên mirovan ên cîhanê, saziyên li Îran û Kurdistanê û dezgehên ragihandinê dikin ku ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan têkevin nava hewildanan û zextê li rejîma Îranê bikin.
  4. Em bang li herkesî dikin ku tev li çalakiyên ku wê li ber seferetxaneyên Îranê bên çêkirin bibin û daxwaza azadiya Zeyneb Celaliyan û girtiyên din ên siyasî bikin.
  5. Her kes dikare bi nivîs, wêne û dîmenan peyamê piştgiriya vê kampanyayê bike.
  6. Em bang dikin ku her kes mafnameya dijîtal a ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan îmze bike. Wê ew mafname ji Amnesty International, Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û saziyên mafên mirovan re bê şandin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar