Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Îşkence li girtiyên jin ên Wanê dikin

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Jinan a Wanê îşkence û tehdeyê li girtiyên jin dikin, wan tazî dikin û ser wan seh dikin

Binpêkirina mafan a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û nehiqûqî bûne rapor. Li ser giliyan Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), TUHAY-DER, Odeya Tabîban a Wan-Colemergê, ÎHD û THÎV’ê bi hev re bi girtiyan re hevdîtin kirin û raporeke hevpar amade kirin.

Rapor li hêwana civînê ya Baroya Wanê bi daxuyaniyeke bi raya giştî re hate parvekirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin ku îşkence û muameleya nebaş bi endamên MEBYA-DER’ê hatiye kirin û hat gotin li ser vê parêzerên Komîsyona Baroya Wanê û Şaxa OHD’ê ya Wanê çûne girtîgehê, serdana wan kirine.

Zextên psîkolojîk

Rêveberê Navenda Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter diyar kir bi girtiyan Ceyda Dîndar, Gulistan Onver û Semîran Ebaga re hevdîtin kirine, girtiyan ji wan re ragihandine ku li personelên li Beşa Qebûlkirina Girtiyan li ser mijara qawişa alî-bêalî zexta psîkolojîk li wan kirine, bi ser wan de qêriyane, piştre 3 memûrên jin dema ser wan seh kirine, cilê wan ji wan kirine, ji wan re gotine, ‘sê caran xwe bitewînin û bikuxin.’

Heta derengiyê şevê nivîn nedane wan

Yeter her wiha got heta 02:00’an nivîn nedan wan, malzemeyên wan ên paqijiyê, semawer, TV, pirtûk, pênûs nedane wan û li odeyeke gemarî hiştine, 3 rojan ji bo ku avê pê vexwin îskan nedane wan, li ser wan ferz kirine ku li ser pêyan hejmara xwe bibêjin û pêdiviyan wan ên kantînê nehatine bicihanîn.

Girtiya bi navê Semîran Erbaga ji Girtîgeha Girtîya Jinan a Amedê sirgûnî vir kirine û dema ku sirgûnî vê girtîgehê kirine wê tazî kirine û wiha ew seh kirine.

Îşkence û muameleya ne baş

Yeter diyar kir bi rengekî ku girtiyan tazî bikin û ser wan seh bikin binpêkineke giran a mafê mirovan e û xwest ku dewlet divê qedexeya îşkenceyê bide ber çavan, bi temamî dawî li sehkirina tazî bîne û ji bo ku pêşî li îşkenceya li girgîtehan were girtin tevdîran bistîne û got ku îşkence û muameleya nebaş a li girtiyan dijî rêziknameyên netewî û navnetewî ye û ji bo ku pêşî li kirinên ku ziyanê didin rûmeta mirov û kêfî xwest ku yasa werin guherandin. WAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar