Talûkeya provokasyonê

Daxuyaniya Rêber APO ya ku di 27'ê Sibata 2025'an de hat ragihandin, bandoreke mezin hem li qada navneteweyî hem jî li raya giştî ya...

Gel şahidiya rojbûna berbangeke nû dike

Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya Navîn re, ku bi îtîfaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hev...

Salı - 18 Mart 2025

Îsmaîl Heniyye li Tehranê hat kuştin

Tevgera Hemasê ragihand ku Îsmaîl Heniyye di encama êrîşa Îsraîlê de li Tehranê hat kuştin.

Tevgerê têkildarî kuştina Îsmaîl Heniyye daxuyaniyek da û aşkera kir ku Heniye di “êrişeke Îsraîlê de li dijî avahiya lê dima li Tehranê” hatiye kuştin.

Pasdarên Îranê ragihandibû ku rêveber tevgera Hemasê Îsmaîl Heniyye û parêzvanekî wî li Tehranê hatine kuştine.

Pasdarên Îranê têkildarî mijarê daxuyaniyek li malpera xwe parve kiribû û gotibû: “Avahiya serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye lê dima li Tehranê hate topbarankirin. Di encamê de Heniye û parêzvanekî wî şehîd bûne.”

Heniye sêşemê gihaştibû Tehranê ji bo ku tev li merasîma erkdarkirina serokê nû Mesûd Pizîşkiyan bibe. Di wê serdanê de bi Pizîşkiyan û Ayatullah Alî Xamînaî re civiyabû.

Televizyona El Eqsa ya girêdayî tevgera Hemasê daxuyaniya endamê nivîsgeha tevgera Hemasê Mûsa Ebû Merzûq parve kir ku “kuştina Heniye, kiryarek tirsonek e û dê bê bersiv nemîne”.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar