Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Îsraîl bombe li gelek deverên Sûriyeyê barand

Navenda Nûçeyan |

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya ser bi rejîma Şamê SANA’yê, hêzên hewayî yên Îsraîlê di ser Golanê re gelek fuze avêtine Şamê.

Çavkaniyên leşkerî agahî dan ajansê û diyar kirin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê gelek fuze têk birine, 7 leşker birîndar bûne û xisara madî çêbûye.

Artêşa Îsraîlê heta niha tu daxuyanî nedaye. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, herî kêm şeş fuze li nuqteyên alîgirê rejîmê û milîsên Îranê ketine.

Saziya çavdêriyê ragihand ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê nekarî tu fuzeyan têk bibe. Saziyê berevajî ajansa nûçeyan a fermî diyar kir ku ji Mûxafizên Şoreşê yên Îranê 5 kes hatine kuştin.

Îsraîl ji Adara 2011’an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve bi sedan carî êrîş biriye ser hêzên rejîmê û hêzên alîgirê Îranê. Heta niha berpirsyariya tenê çend ji van êrîşan li xwe girtiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar