Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Îsraîlê li balafirgeha Teyfûrê da

Rejîma Sûriyê di saetên sibê de ragihand ku Îsraîlê êrîşê balafirgeha Teyfûrê kiriye û di encama êrîşê de leşkerek hate kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Ajansa Sana ya girêdayî rejîma Sûriyê li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku Îsraîlê bi moşekan êrîşê balafirgeha Teyfûrê kiriye û di encama bersîvdana hêzên wan ên asîmanî de 2 moşekên ku balafirgeha Teyfûrê kirine hedef beriya ku bigihijîn armanca xwe hatine teqandin. Di encama êrîşê de leşkerekî wan jiyana xwe ji dest daye û 2 leşkerên din jî birîndar bûne. Her wiha zirar gihîştiye depoyeke cebilxaneyê û hinek avahiyên din.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî diyar kir ku şevê din çend teqîn li bejahiya rojhilatê Humsê pêk hatine. Hat diyarkirin ku teqîn ji ber êrîşa balafirên Îsraîlê li ser balafirgeha Teymûr a leşkerî ya rojhilatê Humsê pêk hat. Di balafirgehê de cebilxane û baregehên Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê hene. Ji ber wê leşkerekî rejîmê jî dinavde herî kêm 5 kes hatine kuştin. Her wiha birîndar jî hene.

Ji ber ku rewşa hinek birîndaran pir girane dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe. Li gorî agahiyan dibe ku hinek kuştiyên din jî hebin. Di encama êrîşê de depoya moşekan û erebeyek hatin teqandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku roja yekşemê jî Îsraîlê derbeyên hewayî li dijî baregehên li başûrê Sûriyê pêk anîn. Di encam de di navde 3 leşkerên Sûriyê û 7 leşkerên biyanî ku alîgirên hêzên rejîmê bûn 10 kuştî hebûn. ŞAM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar