Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Îtalyayê Qirkirina Ermeniyan nas kir

Li Parlamenta Îtalyayê di dengdanê de pêşnûmeya naskirina Qirkirina Ermeniyan hate qebûlkirin. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî 24’ê Nîsanê weke roja bîranînê ragihand

Li Îtalyayê di dengdana roja çarşemê de 382 wekîlan dengê ‘erê’ ji bo naskirina Qirkirina Ermeniyan dan, 43 wekîl jî bêalî man. Kesekî ku li dij deng dan, nebû. Piştî dengdanê wekîl hemû rabûn ser piyan û ji bo biryarê li çepikan xistin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî mohra xwe danî binê biryarnameya ku 24’ê Nîsana 1915’an Qirkirina Ermeniyan weke rojeke bîranînê ya komarê radigihîne. Macron beriya niha bi daxuyaniyekê soz dabû ku dê 24’ê Nîsanê bike “Roja bîranîna neteweyî ya qirkirina Ermeniyan.”

24’ê Nîsanê roja komkujiya Jon Tirkan a li dijî rewşenbîrên ermenî yên li Stenbolê temsîl dike.

Macron beriya demeke kurt daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, di mijara têkoşîna dijî DAIŞ’ê, azadiyên bingehîn, qirkirin û rabirdûyê, mafên mirovan ew û Tirkiye li hev nakin û wiha gotibû; “Li gel pêwîstiya bi derbasbûna pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê, di mijara diyalogê de jî armancên me yên hevpar hene. Ji ber vê yekê jî diyaloga bi Tirkiyeyê re nebe nabe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar