Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Îtîraf kir ku melayên tirk sîxûrtiyê dikin

Şefê berê yê Teşkîlaya Parastina Destûrê yê Almanyayê Maaben got ku melayên endamê DÎTÎB’ê ji îstîxbarata tirk re dixebitin

Serokên Rêxistina Parastina Destûrê yê Almanyayê Harîs-Georg Maabeh ji ‘Focus Onlîne” re axivî û têkilî şûbeya rejîma Erdogan  DÎTÎB’ê ya Almanyayê li xwe mikur hat.

Şefê berê Maabeh da zanîn ku melayên Yekitiya Îslamê ya Tirk a Karê Diyanetê (DÎTÎB) agahiyên ku komî ser hev dikirin ji saziyên tirk re dişandin û wiha got: “Divê rêxistina Parastina Destûrê divê vê organîzasyonê ji nêz ve bişopîne. Helbet li ser vê mijarê biryar a vîna siyasî ye.”

Çileya bihurî ji bo ku DÎTÎB bi temamî bi Enqereyê ve were girêdan serokê giştî û alîkarê serokê giştî rasterast ji hêla rejîma Erdogan ve hatibû diyarkirin. Muşawirê Xizmetên Dînî yê Sefareta Tirk a Almanyayê Kazim Turkmen anîbûn ser serokatiya DÎTÎB’ê û di navbeyna 2014-1017’an de jî li ser seroktiya wê Ateşeya Xizmetên Dînî yê Konsolosxaneya Tirk a Kolnê Ahmet Dîlek hebû.

Dema ku navbeyna rejîma Erdogan û hikûmeta Merkel 2017’an ne baş bû, bi belgeyan derketibû holê bê ka melayên DÎTÎB’ê çawa ji MÎT’ê re dixebitîn û propagandya Erdogan bi maskeya weazan dikirin. Wê demê Rêxistina Parastina Destûrê ya Eyaleta Ren Vestfîlya ya Bakur 13 melayên sîxûr tespît kiribû û bi ser malên wan de girtibû. Lê piştî bazarên bi rejîma  Erodgan re dosyaya lêpirsînê ya DÎTÎB’ê hatibû girtin. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar