Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 5 Haziran 2025

Ji Barzaniyan soza hevkariyê

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Federal Mesrur Barzanî di civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan de, berovajiyê rayedarên hikûmeta Iraqê soza piştgirî û hevkariya bi dewleta tirk re dan. Nêçîrvan Barzanî got, ew amadene di hemû aliyan de hevkariya Tirkiyeyê bikin.

Di saetên sibehê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan piştî hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê kir. Fîdan destpêkê li gel serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî civiya. Li gor zanyariyan di civînê de mijara hinardekirina nefta Herêma Federal û hin mijarên din hatin axaftin.

Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, di civînê de ragihand ew di hemû aliyan de ji bo pêşxistina têkiliyên Hewlêr û Enqereyê amade ne. Her wiha Barzanî got, “Em spasiya dewleta Tirkiyeyê dikin ku di hemû aliyan de bi taybetî di demên zehmet de piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Wê Herêma Kurdistan ti demê piştgirî û hevkariya Tirkiye ji bîr neke.”

Hakan Fîdan piştî civîna li gel Nêçîrvan Barzanî, li gel Cîgirê Duyem ê Serokê PDK’ê Mesrur Barzanî civiya. Piştî civînê, Fîdan di civînek çapemeniyê de got: “Em spasiya Herêma Kurdistanê dikîn ku di rûbirûbûna terorê de hevkariya me kiriye. Ji bona wê em ê hemû hevkarî û piştgiriyek bikin.”

Mesrur Barzanî jî di civîna çapemeniyê de got: “Me di derbarê peywendiyên navbera Iraq û Tirkiye bi taybetî jî navbera Herêm û Enqere giftûgo kir. Me di civînê de behsa hinardekirina nefta Herêmê û dosya ewlehiyê kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar