Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 14 Haziran 2025

Ji Başûr 4 hezar û 500 koçber vegeriyan Rojava

Di nava du hefteyên dawî de 4 hezar û 500 koçberên ji rojavayê Kurdistanê ku ji ber êrîşan derbasî başûrê Kurdistanê bûbûn, careke din vegeriyan Rojava. Vegera koçberan didome

Dewleta tirk û çeteyên wê di 9’ê cotmeha sala 2019’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa qirkirin û dagirkeriyê da destpêkirin. Dewleta tirk ku bi hezaran sivîl qetil kirin, di heman demê de zêdetirî 400 hezar sivîl jî ji herêmê koçber kirin. Polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê ya dewleta tirk hê jî bênavber didome.

Ji ber vê konsepta qirkirin û guherandina demografyaya herêmê, bi hezaran sivîl neçar man ku berê xwe bidin başûrê Kurdistanê û li kampa Berdereş bi cih bûn. Lê piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kamp ji koçberan re vekir, tevî êrîşên artêşa tirk jî koçberên çûn Başûr, berê xwe dan rojavayê Kurdistanê.

Lewma rêveberiya deriyê sînor ên Sêmalka û Fîş Xabûr di hefteyekê de 2 roj ji bo derbasbûna koçberan veqetandin. Têkildarî mijarê gerînendeyê Têkiliyên Deriyê Sînor ê Sêmalkayê Baz Ehmed axivî û da zanîn ku nêzî 4 hezar û 500 koçberên li Kampa Berdereş a başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava.

Baz Ehmed di dawiya axaftina xwe de jî anî ziman ku di her komekê de 300 kes hene û hîn jî koçber vedigerin Rojava. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar