
Erdhejên ku li bajarên Mereş û Dîlokê yên Bakûr li pey hev bi pîleya 7.4, 6.4 û 6.5 pêk hatin, li Suriyeyê jî rê li ber ziyanek mezin a canî û madî vekir. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê diyar kirin ku li bajarên Heleb, Hema, Tertus û Laziqiyeyê bi sedan avahî hilweşiyane û heta niha 111 kesan jiyana xwe ji dest daye, 516 kes jî birîndar bûne.




