Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji ber êrîşên dewleta tirk li Başûr 20 gundên asuran hatin valakirin

Navenda Nûçeyan |

Desteya Rêveber a Yekitiya Suryaniyan a Ewropayê (ESÛ) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî başûrê Kurdistanê, sivîl ji warê xwe bûn û hatin kuştin.

Desteyê destnîşan kir ku dewleta tirk bi êrîşa xwe dixwaze qada ku bandorê lê dike berfireh bike û wiha dom kir: “AKP û lîderê wê Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî li Sûriye û Iraqê hewl dide demografyayê biguherîne û qadên nû dagir bike. Tirkiyeyê ku li Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eniyeke nû ji xwe re vekir, gelên xwecihî neçarî koçberiyê kirin û jin, zarok û sivîl qetil kirin. Di vê demê de gundên xiristiyanan ên Sûriyeyê hatin valakirin û bû sedema koçeke nû ya girseyî.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji roja ku operasyona ‘Kartal-Pençe’ dest pê kir heta niha 20 gundên keldan-suryan-asuran hatin valakirin û gelê wê çû Dihok, Zaxo û deverên din. Mîna li Geliyê Nînovayê û herêma Xabûrê ya Sûriyeyê, ev yek wê bibe sedema koçberbûna gelên keldan-suryan-asuran û dê encamên wê giran bin. Em bang li rayedarên navendî yên Iraqê û rayedarên herêmî dikin ku ji bo pêşî li operasyona dewleta tirk bigirin û jiyana xweciyan bi ewle bikin, bi rengekî cidî û lezgîn bikevin nava liv û tevgerê. NY, YE, DYA û hêzên herêmî hemû ji bo gelên xwecihî, divê çareseriyeke demdirêj biafirînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar