Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Ji ber karesatên xwezayî îsal 13 milyon kes ji cih û warê xwe bûn

Li gorî saziya bi navê Chrîstîan Aîd a li Brîtanyayê, ji ber karesatên xwezayî tenê îsal zêdeyî 13 milyon kes ji cih û warê xwe bûn

Navenda Nûçeyan

Li gorî rapora Chrîstîan Aîd, 10 karesatên xwezayî yên sala 2020’î li tevahiya cîhanê qewimîn bandoreke giran kirin. Ji ber van karesatan herî kêm 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dan, 13.5 milyon kes jî ji cih û warê xwe bûn.

Ji şewata mezin a daristanan a li Awûstralyayê heta bi tayfûnên li Karabîkê, gelek karesatên xwezayî di raporê de hatin nirxandin. Hate ragihandin ku maliyeta 10 karesatên mezin ên xwezayî 150 milyar dolar derbas kir.

Di raporê de encamên lêkolînekê jî hatin parvekirin ku di demeke nêz de li The Lancetê hate weşandin. Di raporê de hate ragihandin ku tanzîma karesatên xwezayî ji aliyê şîrketên sîgorta ve, li gorî welatan cuda ye. Li gorî vê yekê li welatên xizan, şîrketên sîgortayê tanê ji sedî 4 ê zerara xwezayî dan, li welatên pêşketî ev rêje digihêje heta ji sedî 60’î.

Tê zanîn ku ji ber germahiya global hejmara karesatên xwezayî zêde dibe. Li gorî sedsala 19’an ku hingî germahiya global yekemcar hate pîvandin, rêjeya germahiya global bi 1.1 pileyî zêde bûye.

Armanc ew e ku heta sala 2100’î germahiya global herî zêde bi zêdebûna 2 pileyî bê bisînorkirin. Naxwe wê karesatên hîn mezintir rû bidin û bi sedan milyon mirov wê bibin koçberên avhewayê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar