Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Ji ber ku lêgerîna tazî red kir hat derpkirin

Girtî Tarik Kar ê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê hat kirin û ji ber ku lêgerîna tazî red kiribû hat derpkirin, dest bi greva birçîbûnê kir

Her diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgeha zêdetir dibin. Bi taybetî di ketin û derketinên girtîgehan de, gelek girtî rastî pêkanîn û ferzkirina lêgerîna tazî tên. Girtiyên li dijî vê pêkanînê derdikevin, ji aliyê rayedarên girtîgehan ve tên derpkirin.

Girtî Tarik Kar di 16’ê kanûnê de, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kandiraya Kocaeliyê hatibû kirin. Hat diyar kirin ku di ketina girtîgehê de, Kar rastî ferzkirina pêkanîna lêgerîna tazî hatiye û ji ber ku Kar pêkanîna tazî qebûl nekiriye, ji aliyê gardiyenan ve hatiye derpkirin.

Greva birçîbûnê

Kar bi rêya malbatê xwe tiştên qewimîne ragihand. Malbatê diyar kirin ku gelek nexweşiyên Kar hene û wiha got: “Dema ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de, bijîşkan derman dabûne. Lê rayedarên Girtîgeha Kandira bi hinceta ku rapora wî tuneye, dermanên wî nadin.”

Malbatê da zanîn ku ji ber sewqkirina Kar, ew ji bo karantiya 15 rojan kirine hucreya yekkesî û wiha bertek nîşanî vê yekê da: “Bi hinceta karantînayê wî xistine hucreya yekkesî. Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye, ji aliyê gardiyenan ve hatiye derpkirin. Dîsa alavên wî nedane. Tarik ji ber van binpêkirinên mafan ên li dijî xwe dest bi greva birçîbûnê kiriye û niha di greva birçîbûnê de ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar