Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Ji ber nivîsa ‘ez we pîroz dikim’ salek ceza lê birîn!

Li Girtîgeha Wanê der barê girtî Metîn Ûyar de ku 6 sal in girtiye, doz hatiye vekirin. Doz ji ber kaxezeke li ser hin nav nivîsandî û nivîsa ‘ez we pîroz dikim’ nivîsandî hatiye vekirin. Ûyar îfadeya xwe de diyar kiriye ku lîsteya navan ji bo lîstika futbolê hatiye amadekirin û wekî din tiştên lê hatine zêdekirin ne aydê wî ne. Lê belê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 3’yan a Wanê salek ceza li Ûyar birî. Bi dû re dosye ji Dadgeha Îstinafê ya Wanê re hat şandin.

Ûyar der barê dozê de parastina xwe şand. Ûyar di parastina xwe de aniye ziman ku gava avêtine ser qawişê di destê wî de lîsteya ku ji bo tûrnûvaya futbolê amade kiriye hebûye û wiha gotiye: “Jixwe li girtîgehê salê carekê tûrnûvaya futbolê tê lidarxistin. Min jî ji ber tûrnûvayê navê hevalên xwe nivîsand. Ji ber ku min zanibû ne qedexe ye di destê min de bû û min ew di nava destê xwe de veşartibû. Ji xeynî vê kaxezeke din jî daxilî nav îdianameyê hatiye kirin. Lê belê haya min ji vê kaxezê tuneye. Li her odeyekê 3 kes dimînin û li girtîgehê bi giştî 200 kes hene. Gava ji me dixwazin em ji bo tûrnûvayê tîma xwe amade bikin, em jî navan didin îdareyê. Jixwe ne mimkun e ku ji derve tiştekî têxim hundirê girtîgehê. Min tenê nav li ser vê kaxezê nivîsandin. Nîşeya di îdianameyê de tê diyarkirin ne aydê min e.”

Dadgehê parastina Ûyar nirxand û bi îdiaya ‘tiştên qedexe xistine hundirê girtîgehê’ salek ceza li Ûyar birî. Dû re Daîreya 1’emîn a Dadgeha Îstinafê ya Wanê jî cezayê dadgeha herêmî pesend kir. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar