Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Ji ber peyvên ‘Kurd û Kurdistanê’ li girtî Sonyaci ceza hate birîn

Rayedarên Girtîgeha Jimar 1 a Xarpêtê bi hinceta ku di lûnûska nîşeyan a Necmettîn Sonyaci de peyvên ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ê hene, dest danîn ser lênûskê û cezayê disiplînê li Sonyaci birîn

Rayedarên Girtîgeha Jimar 1 a Xarpêtê bi hinceta ku di lênûska girtiyê bi navê Necmettîn Sonyaci de peyva peyva ‘Kurd û Kurdistan’ heye, cezayê disiplînê li Sonyaci birîn. Sonyaci têkildarî mijarê nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û agahî dan.

Di nameyê de Sonyaci da zanîn ku pirtûkên ku ji girtiyan re tên şandin, ji aliyê rêveberiyê ve tên desteserkirin û bi awayekî sînor pirtûkan didin wan. Sonyaci diyar kir ku ji ber ku di lênûska wî ya nîşeyan de peyvên ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ hene, rêveberiya girtîgehê dest danîne ser lênûska wî û li wî cezayê disiplînê birîne.

Sonyaci destnîşan kir ku mafê wan ê xebatên çand û hunerê jî tên astengkirin û wiha bi dawî kir: “Em nikarin sûdê ji mafên xwe bigirin. Em li gorî xala 45/1’an a di giştînameyê de nikarin sûdê ji bernameyên hevpar bigirin. Mafê heyî pir tên bisînorkirin. Mafê 4 saetan dadixin. Gelek mafên me yên din tên binpêkirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar