Navenda Nûçeyan |
Hêj mişextkirina kurdên beriya niha nehatiye jibîrkirin, zext û travmayên bi hezaran ciwanên kurd ên niha dijîn dibe sedem ku derkevin derveyî welat û di sirgûnan de bijîn.
Polîtîkayên asîmîlasyonê ku bi dehan salan e li dijî kurdan tê meşandin û di encamê de veguherî şer, bûye sedema sirgûnakirina bi milyonan kurdan.
Bi taybetî piştî destpêkirina şereke nû ya di sala 2015’an de, bi hezaran kurdên nifşên nû wek nifşên beriya xwe berê xwe dan bajarên Ewropayê û li wir dest bi jiyana sirgûnê kirin. Hema hema navê hemû sirgûnên bi vî rengî; zexta dewletê û asîmîlasyon e.
Yek jî ciwan jî Kudret Arzik a 18 salî ye ku ji ber zextan bi daxwaza statûya penaberiyê ji Colemêrgê berê xwe dide welatê Ewropayê Swîsreyê.
Têkildarî sirgûnkirina xwe Arzik axivî û diyar kir ku ji ber zextên dewletê yê ajankirinê û polîtîkayên asîmîlasyonê berê xwe daye Ewropayê.
Zext, îşkence, girtin
Arzik anî ziman ku di sala 2018’an de ji gundê Haznik a girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi daxwaza statûya penaberiyê berê xwe daye Ewropayê û wiha got: “Jiyana li gund ji ber zext, îşkenc û girtina dewletê gelek zor bû. Tê bîra min her roj leşker dihatin gundê me, şêniyên bi hev dicivandin, gefa ‘Ya hûnê mirovên wekî ku em dixwazin bibin an jî em ê we hemûyan tune bikin’ dixwarin û îşkence li me dikirin.”
Di axaftina xwe de Arzik da zanîn ku bavê wê di sala 1995’an de ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin, bi salan li girtîgehan maye û di sala 1999’an de jî ji ber îşkenceyên giran a dewletê jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: “Piştî mirina bavê min me got belkî dewlet dev ji me berde lê zexta xwe dîsa domand. Ev zext her roj bênavber berdewam kir û veguherî zilmeke dijwar.”
Sixûrtî dihat ferzkirin
Di berdewamê de Arzik çûyîna xwe ya Swîsreyê wiha anî ziman: “Ji ber pirsgirêkên aborî min lîseyê nexwend. Mamosteyek dihat gundu me û ji min re got li bajarê Konyayê saziyek ku ji bo xwendinê piştgiriya madî dide heye û li ser vê yekê ez çûm bajarê Konyayê. Ew sazî aîdê îslamîstên radîkal bûn û girêdayî Diyanetê bû. Li wir min tev li perwerdeyên olî dikirin, bikar anîna min a înternet û telefonê qedexe bû û min ji malbata min dûr dixistin. Xwendekarin li wir piranî kurd bûn û kesên ku bi kurdî diaxivin jî ceza dikirin. Bi zorê lixwekirina çarşafê li min ferz dikirin û digotin ‘cihadê bike em ê te bişînin Yemen û Misrê’. Min van tiştan qebûl nekir. Tişta ku bû sedem ez ji wan veqetim ev bû; rojek li polê min dît ku xwendekar û mamoste li ser kompûtirê tiştek temaşe dikin û dikenin. Min jî meraq kir û lê nêrim, min dît ku vîdeoya îşkencekirina bedenên şervanên kurd ku jiyana xwe ji dest dane, temaşe dikin. Ev yek bû sedema vegera gund. Lê dema vegeriyam gund jî leşker polîtîkayên ajankirinê li ser min ferz kirin.”
Berê xwe dide Ewropayê
Arzik destnîşan kir ku piştî vegeriye Şemzînanê li saziya zimanê kurdî Kurdî-der’ê dest bi perwerdeya zimanê kurdî kiriye û wiha pêde çû: “Di wê pêvajoyê de jî rêya min her ji aliyê polîsan ve dihat girtin û bi tacîz û gefê wan re rûbirû dimam. Min bi malbat û aqûbeta bavê min tehdît dikirin. Ji ber van sedeman bi alîkariya malbata xwe min berê xwe da sirgûniyê. Her wiha piştî hatina min a Swîsreyê gelek caran leşkeran çûne gel malbata min û pirsa min kirin.”
Her wiha di dawiya axaftina xwe de Arzik herî dawî ev tişt anî ziman: “Di sala 2018’an de min berê xwe da welatê Swîsreyê û daxwaza statûya penaberiyê kir. Ji bo daxwaza statûya penaberiya min bê nîqaşkirin, ji bo dadgehê roja 18’ê sibata 2020’an dan. Niha ez li benda roja dadgeha xwe me.”