Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Nisan 2025

Ji bo 7 hezar berxwedêran çalakiya ‘7 hezar pankart’ dest pê kir

Bi armanca bal kişandina ser tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi 7 hezar çalakvanên di greva birçîbûnê de, Tevgerên Jinên Enternasyonalîst ên Femînîst û Swîsreyî bi dirûşma ‘Me dengê vê berxwedanê bihîst, dem dema dana bihîstina vî dengî ye’ çalakiya ‘7 hezar pankart’ da destpêkirin

Çalakiyên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, li gelek deverên cîhanê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Tevgerên Jinên Enternasyonalîst ên Femînîst û Swîsreyî, ji bo dengê 7 hezar girtiyên di grevê de ne bê bihîstin, çalakiya ‘7 hezar pankart’ a bi hefteyan e amade dikin destpê kir.

Di çarçoveya kampanyaya ku bi dirûşma ‘Me dengê vê berxwedanê bihîst, dem dema dana bihîstina vê dengî ye’ hatibû destpêkirin, jinan îro li gelek kolanên Swîsreyê pankartên balê dikişîne ser grevan hildan. Di heman demê de jinan li qadên cemawerî û şaneşînên avahiyên ku baş bên dîtin jî pankart bilind kirin.

Jinên bi gotina ‘Nebêjin tiştek nabe, tiştekî bikin’ ketin tevgerê, li şaneşînên malan, cihên kar, pir, rêyên bajar, kolan, avahî, tren, tranvay û gelek cihên cuda pankartên hildayîn bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê.

Hinek pankartên hatibûn hildan ev nivîs li ser hebûn: ‘Em dengên berxwedanê ne’, ‘Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e, Ocalan’, ‘Dengê zindanan bibihîsin’, ‘Deng bidin berxwedana jinan’ û ‘Bibin dengê Leylayan’. CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar