Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan bi hezaran kurdistanî û dostên xwe ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Navenda Nûçeyan

Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê kurd û dostên xwe daketin qadan û ji bo azadiya Ocalan meşiyan.

Hannover

Çalakgerên li Steintorplatzê hatin ba hev heta bazara Naol meşiyan. Çalakî di pêşengtiya Meclisa Jinan a Ronahî ve hat lidarxistin. Piştî meşê axaftina hatin kirin û diyar kirin ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe dê li qadan bin.

Berlîn

Li Berlînê jî bi boneya Roja Azadiya Abdullah Ocalan mîtîn hat lidarxsitin. Kurdistanî û dostê xwe li Nollendorf platz hatin ba hev û belavokên bi zimanê almanî belav kirin. Her wiha dirûşmeyên “Freiheit Für Öcalan”, “Es lebe Öcalan”  berz kirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Fed Kurdê Kerem Gok axivî û bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û anî ziman ku helwesta polîsên alman a li dijî wêneyên Rêberê Gelê Kurd xelet e û ev helwest şermezar kir.

Ligel hemû zextên polîsan jî mîtîng bi coş û kelecan bi dawî bû.

Li Marsîlyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan mîtîng

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi sedan kurdistanî û dostên xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev û çalakî li darxistin. Kurdistanî û dostên xwe di saet 13.00’an de li qada Canabîere hatin ba hev û heta qada Vîeux Portê meşiyan. Di dema meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatine amade kirin hatin belavkirin û heta dawiya meşê dirûşmên Fransî ê “Ji bo Ocalan azadî“ hatin berzkirin. Di meşê de pankartên “Divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya fîzîkî pêk bê“, “Bijî Rêberê Gelan Ocalan“, “Ji Kurdistanê re statu“ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Kurdistaniyên ji Montpellîer û Dragûnyan hatine, cihê xwe di meşê de girtin.

Piştî meş gihişte qada Vîeux Portê veguheriya mîtinê. Di mîtîngê de ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê rêz hate girtin û belavok hatin belavkirin. Mîtîng bi axaftinan berdewam kir û bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Çalakiya kom kirin îmzeyan ya bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” jî bi dawî bû.

ANF Images
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar